HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima pîrozkirina Yortûya Noelê ya ku xaçparêzên li Hewlêrê li dêrekê li taxa Ankawayê li dar xistin bû. .
Digel Barzanî rayedarên hikûmetê û Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî beşdarî merasimê bûn. Barzanî li dêrê bi pîrozkirina Yortûya Noelê ya xaçparêzan dest bi axaftina xwe kir.
-Banga bihevrejiyanê
Barzanî bal kişand li ser "bihevrejiyana" hêmanên girêdayî dîn, nijad û rengên cuda ên li herêma Kurdistanê û wiha axivî: "Aliyê hevpar ê hemû mirovên ku li Kurdistanê dijîn ew e ku beriya ku dîn, nijad û zimanê tu kesî binêrin guhê xwe didin her kesê û hewl didin ku ji derdên wan re çareyek bibînin. Hemû mirovên ku li herêmê dijîn li hemberî hev rêz digirin û bi hev re dijîn û ev yek jî nîşaneya hêz û wekheviyê ye. Em hev qebûl dikin û bihevrejiyana rengên cuda me hêzdartir dike. Bi taybetî di rojên dijwar û bêçare de ev yek bêtir derdikeve pêş. Herêma Kurdistanê wekî her dem ji bo kêmneteweyên ku mecbûr man ji ber êrîşên terorîstan birevin bû wek giraveke aram û ewledar."
Barzanî destnîşan kir ku di tu dînê de cihê kirinên milîtanên DÎŞIya rêxistina terorê tune û da zanîn ku hemû dîn xizmetê aştî, aramî, biratî û qebûlkirina cudahiyan dikin.
-Iraqê neterikînin
Barzanî got ku welatiyên xaçparêz piştî êrîşên navborî dixwazin ku Iraqê biterikînin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Haya me jê heye ku daxwaza we ya ji bo derketina derveyî Iraqê zêde bûye. Em gelek baş fehm dikin ku di we de bêhêvîyiyeke çawa heye. Lê belê di sala 1980yan û beriya wê di heyama rejima Seddam de heman trajedî hat serê gelê Kurdistanê jî. Me li hember van êrîşan welatê xwe neterikand. Heke me wê heyamê ji ber êrîşan koç bikira em niha nedibûn xwediyê gundê xwe. Me nedikariya ku em welatê xwe ji nû ve ava bikin û me nedikariya ku em niha birevin arîkariya tu kesî. Wê heyamê kêm kesî arîkariya gelê Kurdistanê kir. Digel hemû dijwariyan hemû gelên li Kurdistanê dest dan destên hev û dest bi jiyaneke nû kirin. Iraqê neterikînin. Heke hûn ji vir biçin dê ev herî zêde kêrî DÎŞIya rêxistina terorê bê."