13 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wek adeteke rûniştî civîna salane ya îstişareyê bi konsolosên li Hewlêrê re saz kir û fikrên yên der barê mijarên giştî de anî ziman.
Civîna li Koşka Serokatiyê, bi beşdariya piraniya konsolosan birêve çû.
Di destpêkê de Berpirsê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa axivî û diyar kir ku her diçe dewletên nûnertiya xwe li Hewlêrê vedikin û asta mewcûdiyeta xwe li hêrême bilind dikin zêde dibin. Mistefa got, zêdebûna konsolosxane û nûnertiya welatan nîşaneya pêbawerî û ewlebûna Kurdistanê ye.
- Barzanî Rexne li Nûrî Malikî girt
Mesûd Barzanî jî fikr û nêrinên xwe yên der barê sala borî û pêvajoya nû de bi mêvanan re parve kir, li ser şerê DEAŞê wiha got: "Pêşmerge bi îmkanekî pir kêm û qurbaniyên zêde pêşî hewl da ku xelkê û pêkhateyên herêmê rizgar bike û wan biparêze. Piştre berê xwe da wê yekê ku rê li pêşketina terorîstan bigire. Li pey vê re jî derbasî qonaxa êrişbirinê bû û DEAŞ têkşikand. Bi canfedayiya zarokên me û berxwedana pêşmergeyan, şerê li dijî wan terorîstên ku bûbûn tehdîd li ser xelkê me îro li qelbê Mûsilê berdewam e. Mûsila ku terorîstan ji xwe re kiribû paytextê xîlafetê."
Barzanî di axaftina xwe de hemû welatên ku di şerê li dijî de piştgiriya pêşmerge kirine bi sipasî bibîr anî û diyar kir ku vê arîkariyê tesîreke baş li ser zivirandina şer kiriye.
- Operasyona rizgarkirina Mûsilê
Der barê operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî Barzanî fikr û nêrînên xwe anîn ziman û rexneyên sergirtî, bêyî ku nav bide li Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûri el-Malikî girt û nirxandina xwe wiha kir:
"Wan kesên ku Mûsil teslîmî DEAŞê kir, nedixwestin ku operasyon destpê bike û serbikeve. Lewra ew bi xwe şikestibûn û nedixwestin ku serkeftina xelkên din bibînin."
Barzanî behsa seredana xwe ya Bexdayê ku 29ê Îlona 2016an birêve çûbû kir û diyar kir ku di wê ziyaretê de bingehê operasyona rizgarkirinê hatiye avêtin û wiha pê de çû: "Min bi hemû aliyên Iraqî re hevdîtin kir û li ser hevpariya pêşmerge û artêşa Iraqê li hev kir. Bi destpêkirina operasyonê re jî pêşmerge di demeke kin de bergiriya DEAŞê têk bir û rê li ber hêzên Iraqê jî vekir. Bi saya vê wan jî karî ber bi Mûsilê ve bipêş bikevin. Eger hevkarî û hemahengiya pêşmerge û artêşa Iraqê neba operasyon ser nedigirt."
- Rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê
Barzanî di axaftina xwe de behsa rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê jî kir û wiha got:
"Bihayê neftê daket, şerê terorîstan derket û milyonek û 800 hezar penaber hatin nav me. Loma bargiraniyeke pir mezin kete ser milên me. Piştî operasyona Mûsilê jî sed hezar kesî berê xwe da herêmê. Em hêvî dikin ku îsal piştî şikandina terorîstan bi temamî penaber vegerin malên xwe. Herwiha bihayê neftê zêde bibe û reformên me jî bimeşin, dê aboriya herêmê baştir bibe."
- Meseleya referandûm û serxwebûnê
Barzanî li ser problemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî de jî wiha nirxandin kir û got: "Partiyên siyasî niha hevdîtinan dikin, hêviya me ew e ku bigihên encamekê."
Li ser têkiliyên bi Bexdayê û meseleya serxwebûnê Barzanî wiha axivî:
"Heqê kesekî tuneye ku der barê yekparçeyiya Iraqê de gazindan ji me bike. Lewra hem beriya 2033an hem jî piştî wê me ji bo şirîkatiyeke heqîqî hemû tişt kirin. Me ji bo pirrengî, demokrasî û federaliyê tişta kete ser me kir. Di seredana meha îlonê de jî min bi serokwezîrê Iraqê û aliyên ên siyasî re xeberda. Min hemû tişt ji wan re gotin wan jî bi kêfxweşî li têbîniyên min guhdarî kir. Em li ser wê yekê gihîştin ittifaqê ku ji bo çareserkirina probleman em muzakereyan bikin. Ji bo trajedî û problemên paşerojê careke din dubare nebin lazim e em biaxivin, guftûgo bikin. Niha jî têkiliyên me di operasyona rizgarkirina Mûsilê de ji aliyê eskerî ve pir baş in."
Di dawiya civînê de konsolosên hemû welatan sipasiya Barzanî kirin û digel pesindayîna hêza pêşmerge di şerê li dijî DEAŞê hêviya serkeftinê kirin. Herwiha der barê şerê DEAŞê û operasyona Mûsilê jî pirs ji Barzanî kirin, wî jî cewaba pirsên wan da.