HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, li ser vexwendina fermî ya Evdila Huseynê Qralê Urdunê çû Ammanê.
Ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Wezîrê Karên Navxweyî yê HKIyê Kerîm Sîncarî û Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, Barzanî verê kir.
Barzanî dê bi Evdila Huseynê Qralê Urdunê re hevdîtinê bike û beşdarî "Forûma Aboriyê ya Welatên Rojhilata Navîn" bibe.