ERBÎL
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî got: "Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), îdîa dike ku li Rojava şoreşê dike. Ev şoreş li hemberê kê qezenc kirin? Tiştên ku ji wan tê, tenê dikarin li ser cihên ku rejîmê teslîmê wan kir, desthilat bin."
Barzanî daxuyaniyek nivîskî da û PYDya ku di van demên dawî navbera wan de rageşî heye rexne kir.
Barzanî got: "Rast e, der barê polîtîkayên PYDê de gelek rexneyên me çêbûn, lê em dixwazin ku PYD xîtabî hemû gelê kurd bike. Ger ku PYD bi serê xwe tevbigere xêra wan ne ji wan re heye ne ji gelê kurd re heye. Ji ber vê yekê em dixwazin rastî bên diyarkirin ku û haya gelê kurd ji wan çêbe. Endîşa me ew e ku em ji bo dahatûya birayên xwe yên Rojavayê çareseriyê bibînin û nehêlin ku rewşa wan xeraptir bibe."
Barzanî bi bîr xist ku di 11ê tîrmeha 2012an de di çarçoveya peymana Hewlêrê de ji bo ku kurdên Sûriyeyê bi hev re tevbigerin Konseya Bilind ya Kurdan hat damezrandin. Lê ez bi xemgîni dibêjim ku PYDê pêdiviyên wê peymanê cih neanî û hemû aliyan belav kir. Bi zordariya çekan û bi peymanên veşartî yên ku bi rejîmê re kir, xwe wek hêza leşkerî îlan kir.
Barzanî diyar kir ku di 28ê çiriya paşîn a 2011an de beşdarî civîna Kurdên Sûriyeyê bû û ragihand ku di vê civînê de wiha gotiye hemû aliyan: "Hûn birayên me ne, ji bo ku yekîtiya me û we çêbibe em ji bo hevkariyê amade ne. Em piştgiriyê didin bîryarên we yên li dijî rejîmê, muxalefetê yan jî ji bo aliyek din."
Barzanî der barê îdîayên girtina Deriyê Pêşxaburê yê Sînor yê ku di navbera Sûriye û Iraqê de ye, axivî û got ev îdîa rast nînin, derî ji bo alîkariyên mirovahî û çûn û hatinê her dem vekiriye.