HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî telefonê Ebdûllah Kurdiyê dema ku hewl didan ji Sûriyê bi rêyên qaçax biçin Ewropayê bota ku li siwar bûn li Bodruma navçeya Mûglayê xerq bû û xanim û zarokên wî mirin, kir û sersaxî dayê.
Li gor daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat dayîn Barzanî di hevdîtinê de diyar kir ku gelekî xemgîn e û serxweşî da Kurdî.
Kurdî jî ji ber hesasiyeta Barzanî spasiya wî kir û got ku "Ev tevgera we ji bo min û malbata min çavkaniya sebr û metanetê ye."