HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî êrîşa xwekujiyê ya ku li Xaneqîna navçeya Diyalayê hat kirin û di encamê de 18 kes mirin û 34 kes jî birîndar bûn, şermezar kir.
Barzanî di peyama xwe ya ku hat weşandin de sersaxî da malbat û xizmên kesên ku di êrîşê de mirin. Barzanî destnîşan kir ku neyarên kurdan yekîtî û azadiya kurdan naxwazin û bi çalakiyên terorê jî dixwazin îradeya gel qels bikin. Barzanî got ku êrîşkar dê tu caran negihêjin emelên xwe yên kirêt.
Barzanî ji hêzên pêşmerge û polêsan xwest ku li hemberî êrîşên wiha baldar bin û wiha got: "Bi derbeya mirinê li terorîstan bixin û hêzên wan belav bikin."
Ji aliyê din ve Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê jî êrîşa xwekujiyê şermezar kir.
Li Xaneqînê duh alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo ku rewşa tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ber bi başiyê ve diçe, pîrozbahiyek li dar xistibûn û çalakvanekî xwekujiyê tevlî qerebalixê bûbû û bombeyên li ser xwe teqandibûn. Di encama êrîşa xwekujyê de 18 kes miribûn, 34 kes jî birîndar bûbûn.