HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî di ofîsa Serokwezîrtiyê de Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Paolo Gentiloni qebûl kir.
Barzanî û Gentiloni piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar kir. Barzanî di axaftina xwe de "Îtalya wek parçeyek koalîsyona ku li dijî terorîstan hat avakirin, arîkariya leşkerî û mirovahiyê da me. Em spasiya wan dikin."
Barzanî li ser pirsa rojnamevanekî ya wekî "Herêmên ku xaçparêz wir dijîn dê kengî bên xilaskirin?" wiha axivî: "Deşta Nînovayê ji aliyê erdnîgariyê ve ji ber ku herêmeke rast e, divê malbatên ku dê vegerin malên xwe yên vir bên parastin. Ji bo ku ev yek bê bidestxistin divê operasyoneke leşkerî bibin li ser Mûsilê. Heta ev neyê kirin gelek dijwar e ku mirov vegerin malên xwe. Ev yek ji mijarên ku em herî zêde li serê disekinin e."
Barzanî li ser têkiliyên Bexda û Hewlêrê jî sekinî û diyar kir piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî dest bi peywirê kir di têkiliyan de rûpeleke nû vekirin û wiha axivî:
"Siyaseta me ew e ku em bikaribin bi serokwezîrê nû yê Iraqê re bixebitin. Me bi Bexdayê re hin hevdîtin kirin. Ev hemû jî gelekî erênî bûn. Me di heman demê de di mijara neftê de peymanek îmze kir. Naveroka vê peymanê gelekî eşkere ye. Li gor vê peymanê em dê ji nefta Kurdistanê rojane 250 hezar warîl neft, ji nefta ku ji Kerkûkê tê derxistin jî rojane 300 hezar warîl neftê bidin Bexdayê. Em ji bo derxistin û îxraçkirina nefta li Kerkûkê arîkariya wan dikin. Em hêvî dikin ku di nav vê atmosfera erênî de hemû pirsgirêkên xwe yên bi Bexdayê re çareser bikin. Ev peymana neftê ji bo salekê ye. Ez bi xwe ji Serokwezîrê Iraqê û wezîrê neftê razî me. Em hêvî dikin ku piştgiriya xw eya bi Bexdayê re derxînin asteke bilindtir."
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Paolo Gentiloni jî ji ber serkeftina hêzên pêşmergeyan a li herêma Şengalê spasiya Barzanî kir û bi vê spasiyê dest bi axaftina xwe kir.
Gentiloni da zanîn ku bi Barzanî re nêrînên xwe yên wekî 'em li dijî DÎŞIyê çawa dikarin hevkariyê bikin' parve kirin û wiha axivî: "Ji Îtalyayê ji bo ku hêzên pêşmergeyan perwerde bikin, 35 şêwirmendên leşkerî hatin herêma Kurdistanê. Ev şêwirmendên leşkerî dê di mijara bikaranîna çekên antî-tank ên ku me meha borî şandin, perwerdeyê didin pêşmergeyan."
Gentiloni da zanîn ku balafirên şer ên ku ji Qûweytê radibin li kozikên DÎŞIyê dixin û Îtalya jî bi du balafirên şer beşdarî operasyonan dibe.
Gentiloni qal kir ku di mijara penaberan de ji bo ku barê giran ê li ser pişta hikûmeta Kurdistanê sivik bikin, wek hikûmeta Îtalyayê hin xebatan dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bi taybetî di vê demsala zivistanê de ji bo ku em şert û mercên penaberan baştir bikin divê em bi hevkarî bixebitin. Di heman demê de me biryar da ku em di mijarên din de jî hevakeriyê bikin. Helbet her du alî jî gelekî girîngiyê didin mijara DÎŞIyê lê belê em wek hikûmeta Îtalyayê dixwazin ku wek mînak di qadên bazirganî û çandî de jî têkiliyên xwe pêş bixin. Em dibe ku berjewendiyên hevpar ên di navbera her du aliyan de tespît bikin û li ser van bixebitin."