Haydar Şahin
23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 24 Mijdar 2018
BEXDA
Mesûd Barzaniyê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kudistanê (PDK) û Serokê Rêvebriya Herêma Kurdistana Iraqê yê berê temasên xwe yên li Bexdaya paytextê Iraqê didomîne. Barzanî di çarçoveya temasan da bi Eşref Salihiyê Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê ra hat ba hev.
Civîn ji çapemeniyê ra girtî hat kirin, Salihiyê serokê Tirkmen piştî civînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi Barzanî ra li ser pêşeroj, îdare û ewlehiya Kerkûkê axivîn.
Salihî destnîşan kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê di cotmeha 2017an da kontrola Kerkûkê hilda destê xwe di civînê da li ser îdiayên dibêjin pêşmergeyên ji Kerkûkê derketibûn ew ê dîsa vegerin bajêr axivîn û wiha pê da çû: "Barzanî ji me ra got ku nêteke wan a wekî pêşmerge vegerin Kerkûkê tune ev di rojeva wan da jî nine. Em ji ber vê rewşê memnûn bûn."
Salihî ji bo mekanîzmaya ewlehiya bajêr wiha axivî: "Me xeberda ku hêza ewlekariya Kerkûkê pêk bîne dibê ji hemû aliyan pêk were. Ev projeyame jî bû."
Salihî got wek mayîn bi Barzanî ra li ser şiklê rêveberiya herêmî ya Kerkûkê axivîne.
Salihî got Barzanî jî naxwaze Kerkûk bi destê aliyekî were birêvebirin, dibê hemû aliyên li Kerkûkê tevlî rêveberiyê bibin û wiha pê da çû: "Daxwaza me ew e ku Kerkûk bi destê hemû Kerkûkiyan were rêvabirin û îdarekirin."
Di hevîdtina Barzanî û Salihî da parlamenterên Tirkmen jî amade bûn.