Elif Orhan
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Parêzerê Şirketa Lîmîted a Bellwayê Turan Oner der heqê îdiayên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştê yê CHPê de got ku "Ji aliyê xizm û eqrebayên Serokomarê me ve tu carî ji me re an jî ji Şirketa Lîmîted a Bellwayê ku ez wekîlê wê me re pereyeke wisa nehatiye şandin, dekont an jî peyamên swîft ên der hewê pereya tê îdiakirin ku hatiye şandin jî sexte ne."
Parêzer Oner ji ber ku di îdiayên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPê yê di komcivînê de yên der barê şirketa wan de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Oner got ku îdiayên dibêjin ku ji ser şirketa wan pere şandine derveyî welêt rast nînin û wiha axivî:
"28ê sermawezê roja sêşemê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) di axaftina xwe ya di komcivînê de îdia kir ku ji aliyê xizm û eqrebayên Serokomar ce ni milyon dolaran pere revandine şirketeke li girava ku wekî bihûşta bacê tê zanîn, pişt re jî hat îdiakirin ku şirkeya ku pere şandinê, pere revandinê şirketeke bi navê Bellway Lîmîted e û di dema vê îdiayê de jî hi belge û peyamên swîft hatine hejandin û nîşandan. Dema ku navê şirketa me derbas bû û pişt re jî rojnameya Cumhuriyetê di malpera xwe de wêneyê belgeya navborî weşand, me nêz kir û li serê lêkolîn kir. Me lê nêrî ku nasnava şirketa me derbas dibe, di lêkolîna ku me li ser qeydên xwe û hesabên xwe yên bankayê kir de me tespît kir ku xizmên serokomarê me tu carî pereyekî wisa neşandine hesabên me yên bankayê."
- "Em gilîdar bûn"
Oner qal kir ku bi bikaranîna navê şirketa wan belgeyên sexte hatine çêkirin û wiha axivî: "Bi bikaranîna navê şirketa me belgeyeke sexte hatiye çêkirin û bikaranîn. Ji ber vê yekê jî em li Serdozgeriya Komarê gilîdar bûn. Ez feyde dibînim ku dubare bikim, xizm û eqrebayên Serokomarê me ve tu carî ji me re an jî ji Şirketa Lîmîted a Bellwayê ku ez wekîlê wê me re pereyeke wisa nehatiye şandin, dekont an jî peyamên swîft ên der hewê pereya tê îdiakirin ku hatiye şandin jî sexte ne."
Oner da zanîn ku der heqê vê yekê de li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gilîdar bûn û qal kri ku ji ber bêrayebûnê dosye şandin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û pêvajoyê dişopînin.