Abdullah Tel
26 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2019
SAO PAULO
Di bûyera li başûrê rojavayê Brezîlyayê qewimî da cesedê 7 kesan hat dîtin.
Walîtiya eyaleta Minas Geraisê daxuyanî da û bi bîr xist ku benda bermayiyên madenê tep bûbû û ekîbên agirkujiyê xwe gihandin cesedê 7 kesan û ji 150yî zêdetir kesan jî xeber tuneye.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin û fikar ew e ku jimara miriyan zêde bibe.
Rayedarên şirketa madenê destnîşan kirin ku dema bend tep bû piranî jê xebatkar 427 kes li cihê bûyerê bûn û ji wan 279 kes hatin xilaskirin.

Sedema tepbûna bendê hê jî nayê zanîn.
Ekîbên agirkujiyê ragihandibûn ku li herêmê ji 200 kesî xeber nayê hildan.