24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Parastina Emrîkayê (Pentagon) Albay Jeff Davis, diyar kir ku ew dixwazin Tirkiye navçeya El Babê ji DEAŞê bistîne û di vê çarçoveyê de piştgiriya hewayî didin hêzên di desteka Tirkiyê de.
Albay Davîs, cewaba pirseke li ser êrişbirina armancên DEAŞê da û got ji roja Tirkiyê li bakurê Sûriyê operasyon daye destpêkirin û vir ve ew li Cerablûs, El Raî û Dabiqê ji Tirkiyê re bûne arîkar û wan bi hêzên taybet piştgirî daye.
Davîs, wiha axivî: "Piştî wergirtina Dabiqê (hêzên bi piştgiriya Tirkiyê) berê xwe dan El Babê. Em destekê didine vê jî û em dixwazin El Babê ji DEAŞê bistînin. Hevdîtinên me bi hikûmeta Tirkiyê û eskerên hemtayê me re berdewam in."
Davîs diyar kir ku di hevdîtinan de rûdaneke nû ya ragihînin tuneye, Tirkiye şirîkê koalîsyonê ye û Emrîka dê piştgiriya hewlên li dijî DEAŞê bidomîne.
Piştî civînê berpirsekî Pentagonê bo peyamnêrê AAyê axivî û got: "Emrîka tenê bi wasiteyên asîmanî yên bêmirov di mijara komkirina îstixbaratê de piştgiriyê dide Tirkiyê, êrişên hewayî yên li herêmê dibin jî li deverên ku koalîsyonê bi awayekî serbixwe diyar kirine tên kirin."