Türkan Tosun
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
CHICAGO
Li Chîcagoya bajarê Amerîkayê ji ber berf û bagerê welatiyan zehmetî kişand.
Ji roja pêncşemê vir va berf dibare û qalindiya berfê gihîşt 30 santîmêtroyî.
Li giştiyê Amerîkayê roja ewil ji hezar û 400î zêdetir seferên balafiran ên girêdayî Chîcagoyê ji ber berf û bagerê hatin betalkirin.
Di roja duyem de jî ji 400î zêdetir sefer hatin betalkirin, bi sedan sefer jî dereng man.
Ji ber qeşayê ji eyalet û bajarên der û dorê kamyonên xwêreşandinê hatin Chîcagoyê ku xwê li ser rêyan bê reşandin, lê dîsa jî li bajêr gelek deveran qazayên trafîkê çêbûn.