DRESDEN
Li Dresdena bajarê Almanyayê tevgera bi navê "Welatparêzên Ewropayî yên ku li dijî Îslambûna Rojavayê ne" (PEGIDA) xwepêşandan li dar xist, li dijî vê, xwepêşandaneke din hat lidarxistin û bi hezaran kesî ev xwepêşandan protesto kir.
Xwepêşandan bi destê însiyatîfa "Dresdeneke Bênazî (Dresden Nazîfreî)" hat lidarxistin. Bi hezaran kes li îstasyona trînê ya Dresden Neustadtê civiya û pişt re heya Qada Şanoyê meşiyan. Hevserokên Partiya Keskan Cem Ozdemir û Sîmone Peter jî beşdarî meşê bûn û di meşê de li dijî rastgirên tundraw û ji bo hatina penabera ya Almanyayê duruşme hatin berzkirin û axaftin hatin kirin.
Hat ragihandin ku nêzî 6 hezar kesî beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandêr demekê li Qada Şanoyê man û li vir bi muzîkê re reqisîn.