Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî bi Jan Kûbîsê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ser malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat weşandin, Barzanî û Kûbîs di çarçoveya hevdîtinê de li ser mijarên wek peymana neftêya Bexda û Hewlêrê, rewşa însanî ya li Ramadiya ku ket destê DAEŞa rêxistina terorê, pevçûnên li Iraq û Rojhilata Navîn rawestiyan.
Di daxuyaniyê de cih dan dîtinên Barzanî yên derheqê mijarê de û hat îfadekirin ku hikûmeta HKIyê li gor peymana ku di 2yê kanûna 2014an de hat çêkirin tevdigere; lêbelê rêvebiriya Bexdayê sozên ku dabû bi cih neanî û ew ji ber vê yekê di nav fikaran de ne.
Barzanî bibîrxist ku peyman li ser navbeynkarî û teleba NY, DYA û Îngilistanê hat çêkirin û wiha got: "Ji ber vê yekê em li bendê ne ku her sê alî jî li gor rola xwe tevbigerin û bi ser hikûmeta Iraqê ve biçin."
Barzanî bal kişand ser pirsgirêka penaberan û got ku ev arîşe roj bi roj mezintir dibe, divê NY û saziyên alîkariyê yên navneteweyî bi cidiyet li ser mijarê bisekinin.
Kûbîs jî got ku piştî ku Ramadî ket destê DAEŞa rêxistina terorê rewşa penaberên herêmê xirabtir bû, divê saziyên alîkariyê yên navneteweyî bi berpirsiyarî tevbigerin û piştgiriyê bidin saziyên li herêma Kurdistanê.