SARAYBOSNA
Gundê Kamenitsa nêzîkî bajarê Zvornikê ye û li rojhilatê Bosna Hersekê ye. Li Kamenitsayê li dijî zarokên boşnakî kiryarên nîjadperestî pêk dihatin. Lê piştî nûçeyên AAyê ev kiryar ji hole rabûn.
Nûçeya AAyê bi navê "Li navenda Ewropayê sepandina 'Apartheid'ê" hatibû weşandin. Piştî ku nûçe di rojname û malpêran de cih girt, rayedarên Komara Sırp a Bosnayê rêzikname guherandin û ji bo xwedekarên boşnakî rêziknameyeke nû derxistin.
Li gor rêziknameya berê, otobêsên xwendekaran bi tenê xwendekarên sirp hildidan û xwendekarên boşnakî hildedidan. Xwandekarên Boşnakî encax bi 3 atabêsan dikarîn herin dibistanê. Herwiha di rê da her tişt dihat serê wan û gelek caran di bin baranê de, di nav heriyê de diman. Lê ev yek di rêziknameya nû de hat guhertin û êdî xwendekarên boşnakî jî dê li serwîsên xwendekaran sîwar bibin û bi yek otobêsê herin dibistanê.
Endamê Konseya Weliyên Dibistana Kamenitsayê Safet Rîzvîç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku cûdakariyên li dijî xwendekarên boşnakî hêdî hêdî ji holê radibin. Êdî xwendekarên boşnakî jî wek xwendekarên sirp bi serwîsan diçin dibistanê. Rîzvîç ji bo ku ew pirsgirêk anî rojevê ji AAyê re jî gelek spas kir.