Türkan Tosun
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA (AA) - Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê got: "Biryara hevbeş ya Tirkiye, Rûsya û Îranê ew e ku yekîtiya ax û desthilatdariya Sûriyeyê pêk were."
Zîrweya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya li ser Sûriyeyê ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê û Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê beşdar bûn qediya. Piştî zîrweyê civîneke hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn got di civînê de ew li ser rewşa Sûriyeyê axivîne û ji bo ku li vî welatî rewş normal bibe, wan fikr û ramanên xwe parve kirine.
Putîn anî ziman wî bi hevtayên xwe ra mutabaqatên girîng kirine û bi danezaneke hevpar va ev hatine eşkerekirin.
Putîn wiha got: "Biryara hevbeş ya Tirkiye, Rûsya û Îranê ew e ku yekîtiya ax û desthilatdariya Sûriyeyê pêk were."
Putîn bal kişande ser girîngiya vê tevgera hevpar û got hinek hewl didin pevçûnên nijadî û mezhebî gur bikin, lê sê welatan biryar daye ku ew hevkariya xwe xurttir bikin.
Putîn destnîşan kir bi taybetî civîna Astanayê nîşan da ku ev hevkarî baş e.
Putîn anî ziman bi saya garantoriya Tirkiye-Rûsya-Îranê li Sûriyeyê tundî kêm bûye, hêzên bingehîn ên DEAŞê têk hatine birin, hêzên eskerî yên rêxistinên terorê yên din jî zirar dîtine.