Sinan Doğan
30 Gulan 2024•Rojanekirin: 31 Gulan 2024
Hat ragihandin ku Brezîlyayê ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên dijî Xezeyê balyozê xwe yê li Îsraîlê paş da vekişand.
Li gor xeberên di çapemeniya Brezîlyayê da derketin hikûmetê ji bo "îstişareyan" Frederîco Meyerê Balyozê Tel Avîvê paş da kişand.
Nûnertiya dîplomatîk a li Îsraîlê ya Brezîlyayê dê di asta meslehetguzarê da xizmetên xwe bidomîne.
Rayedarekî Brezîlyayî yê payebilind ê ku ji çapemeniya neteweyî ra axivî diyar kir ku dê di demek nêz da balyozeke nû tayînî Îsraîlê nekin.