Abdullah Tel
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
TOKYO
Li Japonyayê şirketekê ragihand ku ewê qismekî mehaniya xebatkarên xwe bi Bîtcoîna pereyê dijîtal (pereyê tu dewletî nîne û ferazî ye) razînin ser hesabê wan.
Şirketa GMO Înternet Groupê daxuyanî weşand û ragihand ji adara 2018an pê va ewê ji mehaniya 4 hezar xebatkarên xwe bi qasî 100 hezar yenî (bi qasî 870 dolar) bi Bîtcoîna yekeya pereyê krîpto razînin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku razandina pereyê dijîtal piştî lihevkirina karsaz û xebatkar wê pêk bê û li welêt bîtcoînê di şûna pere da wek mehanî razandin jî qanûnî ye.
Hat gotin bi vê biryarê tê xwestin ku bila Bîtcoîn di bazarê da wek pere cih bigire û emilandina wê jî bê qebûlkirin.
Çend roj berê bihayê Bîtcoînekê gihîşt 19 hezar dolarî û li bajarê Chîcagoyê di borseya CBOEyê da bi qoda "XBT" muamele lê tê kirin.
Di bazara navneteweyî da niha qiymeta wê gihîştiye 280 milyar dolarî û bi vê qiymetê gelek şirketên navneteweyî yên mezin avêtiye pişt xwe.
Li seranserê dinyayê bi qasî hezar û 200 pereyên dijîtal hene û qiymeta hemûyan niha bi qasî 400 milyarî ye.