BÛRSA
Li Bûrsayê karkerên OYAK Renaultê yên ji bo ku ucreta wan zêde bikin ev 13 roj in çalakiyê dikin îro li fabrîqeyê çûn ser karên xwe.
Rêveberiya şirketê bi şev ji karkerên ku ji 15ê gulanê û vir ve li hewşa fabrîqeyê disekinîn re noteke agahdarkirinê ku tê de "Xebatkarên me yên ku di vardiyeya 27ê gulanê 08.00-16.00an de dixebitin dê biçin ser karên xwe", nivîsîbû belav kir. Li ser vê karkeran kartên xwe yên personeliyê dan xwendin, ketin fabrîqeyê û çûn ser karên xwe.
Di vê navberê de qada ku çalakî lê hat kirin, paqij kirin.
Hat daxuyandin ku rêveberiya OYAK Renaultê dê der heqê mijarê de daxuyaniyê bide.