ANKARA
Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk nushayên bi nimreya "00" a çapa koleksiyona taybet a "AA wir bû" ya ku ji pirtûkên "Şoreşa Nîvcomayî: Misir", "Ebloqa, Şer, Berxwedan: Xaze" û "Welatê Sêwî: Sûriye" pêk tê yên ku Anadolu Agencyê (AA) ew çap kirin, teqdîmê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Serokomar Erdogan Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk di Qesra Serokomariyê de qebûl kir.
Ozturk di hevdîtinê de nushayên bi nimreya "00" ên çapa koleksiyona taybet a rêzepirtûka "AA wir bû" pêşkêşî Serokomar Erdogan kir.
Serokomar Erdogan der barê çapên erebî û îngilizî, rêzepirtûka koleksiyana taybet a ku teqdîmê wî kirin û dê pirtûk li kû bên belavkirin de ji Ozturk agahî sitandin.
Erdogan yek bi yek li pirtûkên rêzepirtûkê nêrî û sertîfîkayên di nav pirtûkan de îmze kir.
- Bi saya pirtûkên AAyê notek dikeve li ser dîrokê
Serokomar Erdogan dema li rêzepirtûkê dinêriya wiha axivî: "Li herêma me rojên gelek bi pirsgirêk derbas dibin. Tirkiye ji bo ku pirsgirêkên li herêmê bên çareserkirin gelek hewl dide. Bi saya pirtûkên AAyê ev geşedan hemû wek not dikevin nav dîrokê, pirtûkên AAyê ji bo mirovahiyê û herêma me xizmetek girîng didin."
-Tenê 500 heb hatin çapkirin
Rêzepirtûka koleksiyona taybet a "AA wir bû" dê li pirtûkfiroşan neyê firotin û ji bo ku teqdîmê hemû protokolên dewletê yên asta bilind û koleksiyonerên pirtûkan bikin, tenê 500 heb hatin çapkirin. Pirtûk bi nimre hatin çapkirin û bi sertîfîkaya di nav pirtûkê de tê qeydkirin ka çapa taybet dane kî.
Anadolu Agnecyê nûçegihaniya navneteweyî ya ku di salên dawîn de derxist pêş anî alema pirtûkan û rêzepirtûka "AA wir bû" ya der barê sê welatên ku şahidiya demên wan ên herî dijwar kir û hêjayê arşîvê ne çap kiribû.
Pişt re çapên îngilizî û erebî yên koleksiyona taybet jî hatin çapkirin û van teqdîmê Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker kiribûn.
-AA çavdêriyên nûçegihanên xwe bi serenava "Wir bû" pêşkêş dike
Yekemîn pirtûka rêzepirtûkê "Şoreşa Nîvcomayî: Misir" çavdêriyên nûçegihanên AAyê yên li qadên Rabîa û Tehrîra ku sembola bûyerên li Misrê ne, şahidiyên wan û tiştên ku di dema bûyeran de hatin serê wan bi serenava "Wir bû" pêşkêşî xwendevanan dike.
Di pirtûkê de gelek wêneyên taybet ên ku fotonûçegihanên AAyê kişandin, hatin bikaranîn. Cara ewil di vê pirtûkê de hat qisekirin ka derûniyeta nûçegihanên ku di mudaxaleya bi xwîn a li Qada Rabîayê de çawa xira bû û bûyerê bandoreke çawa li ser wan kir. Di beşa şahidiyan de tê qisekirin ku gelek nûçegihan dema bûyer şopandin nekarîn xwe û giriyan û demek dirêj di bin bandora bûyeran de man.
Di pirtûkê de cara ewil bi berfirehî qal dikin ku sembola rabîayê ya ku li hemû cîhanê belav bû, çawa derket holê. Di beşa ku Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk qala şahidiya xwe dike de, wêneyên ku li Misrê cara ewil îşareta rabîayê keşf kirin û nîşan dan cî digire.
"Ebloqe, Şer, Berxwedan: Xeza" duyemîn pirtûka rêzepirtûkê ye. Nûçegihanên AAyê yên ku bûyeran ji nêz ve dişopînin, çavdêrî, şahidî û tiştên ku di dem bombebarana Xezayê de hat serê wan bi serenava "Wir bû" rasterast pêşkêşî xwendevanan dikin. Di pirtûkê de şahidiya Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk a bi serenava "Di bin bombeyan de dîplomasî û nûçegihanî" cî digire.
Di pirtûka Filîstînê de gelek wêneyên taybet ên ku fotonûçegihanên AAyê ew kişandin hatin bikaranîn. Di pirtûkê de tê qisekirin ka derûniyeta nûçegihanên ku di mudaxaleya bi xwîn a li Şûcaiye û Xazeyê de wir bûn çawa xira bû û bûyeran bandorek çawa li ser derûniyeta nûçegihanan kir.
Sêyemîn pirtûka rêzepirtûkê "Welatê Sêwî: Sûriye" jî ji aliyê ekîba nûçegihan û edîtoran a ku ji 30 kesan pêk tê ve wek şeş beş hat amadekirin.
Pirtûka "Welatê Sêwî: Sûriye" qala dîroka Sûriyeyê, pêvajoya muxalefeta çekdar, birçîbûna ku piştî şer derket, mirin û hiznê dike. Ev pirtûk bîlançoya şer a dilsoj pêşkeşî ber çavê me dike.