Elif Orhan
01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Ji 39 kesên ku di êrîşa terorê ya li Ortakoya Stenbolê de mirin cenazeyên 11 kesan teslîmê malbatên wan kirin.
Li Saziya Tibê Edlî ya li Yenîbosnayê miameleyên der heqê cenazeyên 11 kesên ku di êrîşa terorê de mirin hatin temamkirin. Piştî miameleyên derxistinê cenazeyên 11 kesan teslîmê malbatên wan kirin.
Hat diyarkirin ku miameleyên der heqê cenazeya 28 kesên ku di êrîşa terorê de mirin berdewam dikin.
Hat ragihandin ku 25 jê mêr û 14 jê jin ji 39 kesên ku di êrîşê de mirin 24 kes ji welatên cuda ne. Dan zanîn hewl didin ku nasnameyên 4 kesan jî tespît bikin.
Di vê navberê de parlementerên CHPê Alî Şeker û Selîna Dogan hatin Saziya Tibê Edlî û ji rayedaran agahî sitandin.
Alî Şeker dema ku ji saziyê derket daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji 39 kesên qurbaniyên terorê cenazeya 11 kesan teslîmê malbatên wan kirin û got ku "Ragihandin me ku 28 cenazeyên ku niha miameleyên wan berdewam dikin li morga saziyê ne."
Şeker got ku êşeke gelekî mezin qewimî û wiha axivî: "Ji welatiyên Tirkiyeyê polêsek, garsonek û 2 peywirdarên ewlehiyê hene. 7 kes jî wek mişterî wir bûne. Jimara welatiyên Tirkiyeyê yên ku di êrîşê de mirin bi welatiyê Belçîkayê yê ku bi eslê xwe tirk e re 11 in."
Selîna Doganê jî got ku dê bi qonsolosxaneyan re têkilî bê dayîn û cenazeyên biyaniyên ku nasnameyên wan hatin tespîtkirin bişînin welatên wan û sibê piştî miameleyên wan cenazeyên 7 kesan teslîmê xizmên wan bikin.