Islam Doğru
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku wan bi dema Tirkiyeyê sat 22.00ê (bi dema rojhilat a DYAyê saet 15.00ê) li dijî Îranê pêla duyem a êrîşê daye destpêkirin.
CENTCOMê ji ser hesabê Xa platforma medyaya civakî derbarê mijarê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Hêzên DYAyê li gorî Herêma Demê ya Rojhilat saet 15.00ê (bi dema Tirkiyeyê sat 22.00ê) li dijî Îranê operasyonên pêla duyemîn a êrîşê destpê kir."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Armanca êrîşan ew e ji bo ku şiyanên Îranê yên êrîşkirina li ser keştîyên bazirganî li Tengava Hurmuzê qels bike. Artêşa DYAyê, bi fermana Serfermandar (Donald Trump), Îranê berpirsyar dibîne."
CENTCOMê ragihandibû ku îro saet 13:00an bi dema Tirkiyê (06:00 bi dema rojhilatê DYAyê) hêzên DYAyê pêla yekem a êrîşan li dijî Îranê daye destpêkirin.