İbrahim Atmaca
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
QUDS
30 cihûyên tundrew ku polêsê Îsraîlê bi wan ra bûn, avêtin ser Mescida Eqsayê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê hat dayîn, 30 cihûyên tundrew bi polêsê Îsraîlê va, ji Deriyê El-Mexarîbeyê yê Mescida Eqsayê ketin hewşa Herema Şerîf.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku polêsê Îsraîlê bi cihûyan ra deynekirine, lê ji Filistîniyên ku dixwazin têkevin Eqsayê ra astengiyê derdixin.
Li gor salnameya Îbranî roja Tîşa BeAvê qaşo salvegera xerabkirina Mabeda Silêman e ji bo vê rojê yekşema çûyî ji hezar û 300î zêdetir cihûyên tundrew avêtibûn ser Mescida Eqsayê.
Mescida Eqsayê li Qudsa Rojhilat a di bin dorpêçê da ye. Mescid qibleya ewil a misilmanan e.
Cihû bi îdiya ku bermahiyên Mabeda Silêman di binê Kulliyeya Mescida Eqsayê da ye, bin kulliyeyê dikolin û îdia dikin ku mafên wan jî heye ew li erema Şerîf îbadetê bikin.