MERSÎN
Cinazeyê Ozgecan Aslana 20 salî ya xwendekara zanîngehê ya ku duh ber destê sibê li Tarsusê cesedê wê hatibû dîtin, hat definkirin.
Ozgecan Aslan li Tarsusê winda bibû û duh ber destê sibê cesedê wê li Çemê Cina ya ku li gundê Çamalana ku li ser rêya Tarsus-Enqereyê ye hatibû dîtin. Gelek welatî û hevalên Aslana 20 salî ya xwendekara zanîngehê hatin mala wan a li Mêrsînê.
Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrsînê Burhanettîn Kocamaz jî hat konê serxweşiyê yê ku li pêşiya mala Aslanê hatibû vegirtin û serxweşî da malbatê. Endamên malbatê di kon da ji xwe va çûn, hevalên Ozgecanê wêneyên wê yên ku li ser "Em te jibîr nakin Ozgecan" hatibûn nivîsandin dan destê xwe.
Di heman demê da cesedê Aslanê ji morga Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê hildan û anîn Goristan Bajêr a Mêrsînê. Jinan darbesta Aslanê ji erebeyê hildan dan ser milên xwe û hetanî kevirê nimêjê anîn.
Diya wê û bavê wê xwe avêtin ser darbesta qîza xwe û giriyan. Sogul Aslana diya Ozgecanê hem digiriya hem jî digot "Qîza min, qîza min a delal. Bira xûna wê li erdê nemîne. Qîza min a çavbelek. Derguşa min. Min ew bi çi zihmetan xweyî kir çito mezin kir."
Dayik û bavê Ozgecanê ji xwe va çûn û li ser vê yekê ekîbên Serwêsa Acil a 112ê mudaxeleyî wan kir.
Wek mayîn jinan xwestin ku di sefa pêşiyê da nimêj bikin û li ser vê yekê nîqaş derketin. Mele mudaxeleyî bûyerê kir. Başê jin û mêran bi hevra sef girtin û nimêj hat kirin.
Jinên ku beşdarî merasimê cinazeyê bûn bi dirûşmeyên "Em ê pêşî li kuştina jinan bibirin, Destê ku dirêjî Ozgecanê bûn bira bişkên, Ji bo Ozgecanê edaletê dixwazin, Ji jinan ra azadî" va meşiyan û li çepika xistin û cinaze birin ser merzel.
Ozgecan Aslan bi giriyan va xistin merzel.
Malbata Ozgecanê, eqrebeyên wan, hevalên wê û gelek welatî beşdarî merasima cinaze bûn.