Ciwanê ji Kobanêyê yê ku ji vir 6 meh berê li Kirşehirê di parkekê da di halekî pêrîşan da hatibû dîtin bi alîkariya malbateke xwedîxêr va ji nû va dest bi jiyanê kir.
Di şerê li Kobanêya bajaroka Sûriyeyê da dê û bavê Dilşad Şeney (20) mirin, li ser vê Şeney ji bo jiyaneke teze derbasî Iraqê bû li wê derê jî tehemil nekir û wek penaber hate Kirşehirê.
Şeneyê penaber bêpere ma û kuçelî bû û di parkan da raza. Rojekê bala Huseyn Sonmez kişand û li ser vê wekî teze bê dinyayê jiyana wî guherî.
Sonmezê ku bi kekê xwe û bavê xwe ra karên pastaxaneyê dike Dilşad bi xwe ra anî dikanê û ji ji wan ra qala rewşa ku dît kir.
Alî Sonmezê kek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qala pêvajoya hatina Dilşad kir û got ku Dilşad wek birayê xwe dibînin û lê xweyî derdikevin.
Sonmez got ji ber ku Dilşad tirkî nizane di serî pê ra bi îşareta li hev dikirin û paşê merivekî ku kurmancî dizane dîtin û alîkariya wî va hinekî tirkî hînî Dilşad kirin.
- Bû xweyîmeslek
Sonmez destnîşan kir ku Dilşad wek birayên xwe dibînin ji bo ku bibe xwedî meslek hostetiya pasteyan hînî wî dikin.
Sonmez diyar kir ku ciwanê penaber nika li cem wan wek hoste dixebite û wiha pê da çû: "Dema ku li parkê razaye bala birayê min kişandiye. Di halekî pêrîşan da bû. Zeyîf ketibû û birçî bû. Hewl dida ku xeberde lê belê me nikaribû hev serwext bikin. Ji me ra got ku diya wî bavê wî di şerê li Kobanêyê da hatine kuştin. Bavê me wek bav, em jî wek birayên wî yê mezin lê xweyî derdikevin. Me meslek hînî wî kir. Bu xwedîkar. Bû xwediyê meslekekî baş."
- Di nexweşxaneyeke taybet da dan emeliyatkirin
Sonmez got ku hin nexweşiyên Dilşad hebûn û nikaribû ji pozê xwe ra bînê hilde û ji ber vê yekê di nexweşxaneyeke taybet da dan emeliyatkirinê û niha dikarê ji pozê xwe ra bînê bistîne.
Sonmez destnîşan kir ku ji Dilşad ra xaniyekî bi gaza sirûştî kirê kirin û heke bixwaze ewê wî ji Kirşehirê bizewicînin û hemû mesferên deweta wî jî bidin.
Dilşad Şeney jî ji malbata ku li wî xweyî derketin û alîkarî dan wî ra sipas kir.