16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
PEKÎN
Di gotareke rojnameya China Daily ku yek ji weşanên fermî yên Çînê ye da wiha hat gotin, "Heger Donald Trump piştî ku hat Qesra Spî û hîç xema wî nebe ku dê zirarê bide peywendiyên dualî û herwiha ji ser mijara Taywanê hemleyên xwe yên provokatîf ên dijî Polîtîkaya Tekane a Çînê bidomîne, dê li ber Pekînê rêyeke din nemîne û gunehê wan dê bi Trump neyê."
Di gotarê da hat destnîşankirin ku rageşiyê ji herdu aliyan ra jî bedela xwe hebe û wiha hat gotin, "Lêbelê ji bo ku Serokê DYAyê yê mustaqbel pê bizanibe ka 'lîstika Taywanê' ya ku dilîze çiqas xeternak e, divê berdêl bên dayîn. Pekînê di vê mijarê da li lawayên kesî mêze neke."
Wezareta Karên Derva ya Çînê di daxuyaniya xwe ya duhê da wiha gotibû, "Li dinyayê tenê Çînek heye. Kêşeya Taywanê nayê mizakerekirin."
Trumpê ku dê di 20ê rêbendanê da li ser textê serokatiyê rûnê, di hevpeyvîna xwe ya ku hefteya borî da Wall Street Journalê da, wiha gotibû, "Dibe ku Polîtîkaya Tekane a Çînê bibim ser maseya bazarê. Bona çareseriyê jî polîtîkayên Çînê yên li ser pere û helwestên wê yên di mijara bazirganiya navneteweyî da dê bandordar bin."
Rayedarên Çînê herwiha bertek nîşanî Donald Trump dabûn ku seba piştî ku wekî serok hat hilbijartin, bereksê teamulên dîplomatîk li ser têlefonê bi lîderê Taywanê ra peywendî danî.
Li Çînê piştî ku di 1949an da Mao Zidong bibû desthelat, hin endamên hikûmetê revîbûn Taywanê û li giravê serxwebûn ragihandibûn û herwiha Taywan ava kiribûn ku jê ra digotin Çîna neteweperwer. Lêbelê Çînê serxwebûna Taywanê nas nekiribû û îdia kiribû ku girav, eyaleteke wê ye. Bi tenê 22 welat Taywanê nas dikin.