BERLÎN
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku DÎŞI û tevgera "Ewropayiyên ku li dijî îslambûna rojavayê ne" (PEGÎDA), ku li Almanyayê dijayetiya îslam û koçeran dikin, wek hev in û mantalîteya wan wek ya Qirna Navîn e.
Davutoglu bi rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitungê ya Almanyayê re hevpeyvîn kir û li ser PEGÎDAya ku li Almanyayê derket holê sekinî.
Davutoglu li ser pirsa "Ji bo kurdên iraqê rê vedibe ku dewleta xwe ava bikin. Ev yek ji bo Tirkiyeyê talûke ye?" wiha axivî: "Ne ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo îstiqrara herêmê talûke ye. Heke sînor bên guhertin, şer wê pir derkevin û îxtilafa navbera welatan wê zêdetir bibe. Ji bo mihavza sînoran divê hikûmetên wisa werin avakirin ku hemû gel, dîn tê de bên temsîlkirin.Bi vî rengî wê çêtir bibe."
Davutoglu li ser pirsa "Ji ber îxtilafa li Sûriyeyê pêvajoya çareseriyê di talûkeyê de ye. Gelo pêvajoya çareseriyê wê dewam bike?" jî got ku li Tirkiyeyê her kes dikare tevî siyasetê bibe û her kes dikare fikrên xwe yên cuda îfade bike û destnîşan kir, heta meşrûiyeta demokratîk tunebe, çareserî zor û zihmet in.
Davutoglu daxuyand ku pêvajoya siyasî wê ser bikeve û wiha pê de çû: "Lewra îradeya me ya siyasî xurt e û hemû hêlên civata tirk vê pêvajoyê pesend dike."
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa "Tirkiye ber otorîterbûnê ve diçe?" jî got: "Ev îdraqeke şaş e. Me di 12 salên dawiyê de reformên girîng kirin. Tenê li ser mijara kurdan di 4 salên dawiyê de di zanîngehan de dersên kurdî tên dayîn. Ji du salan û pê ve ne ku di hemû dibistanan de hemû tengavkirinên li ser kurdî rabûn. Ji 2011an û pê ve bi kurdî kampanyayên hilbijartinê tên kirin. 3 salan pê ve ye ku mal û milkên waqfên xeyrî muslîman paşve tên dayîn. Di dîroka Komarê de cara ewil e ku wê li Stenbolê dêra Suryanî-Ortodoksan bê çêkirin. Qedexeyên li ser sergirtinê rabûn. Li Tirkiyeyê mêla otorîterbûnê tune ye."