Muhammet Kurşun
11 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
CENEVRE
Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan li Neteweên Yekbûyî, Zeyd Raad El Hüseyin, diyar kir ku hikûmeta Myanmarê li dijî Misilmanên Arakanê "bi awayekî eşkere hêza bêsînor" bi kar tîne û rê nayê dayîn ku NY bigihê herêmê û got: "Rewşa Arakanê, der barê qirkirina nijadî de wek nimûneya kitêbeke dersê ye."
Di axaftina destpêke ya Konseya Mafê Mirovan a NYê li Cenevreyê de Huseyin, ragihand ku di 3 hefteyên dawîn de 270 hezar Misilmanên Arakanê xwe sipartine Bangladeşê.
Huseyin anî ziman ku li gor agahiyan gelek kes di navbera hikûmeta Myanmar û Bangladeşê de asê mane û hikûmeta Myanmarê li dijî Misilmanên Arakanê "bi awayekî eşkere hêza bêsînor" bi kar tîne û rê nayê dayîn ku NY bigihê herêmê û got: "Rewşa Arakanê, der barê qirkirina nijadî de wek nimûneya kitêbeke dersê ye."
Huseyin bangewaziya hikûmeta Myanmarê kir ku dev ji hîleya wek Misilmanên Arakanî malên xwe şewitandibin berde.