BEXDA
Wezareta Karên Derve ya Iraqê diyar kir xwe gihandin delîlên ewil ên der heqê xebatkarên ji Tirkiyeyê yên ku li Iraqê hatibûn revandin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Cemal ji bo revandina xebatkarên ji Tirkiyeyê ku li Iraqê hatin revandin wiha got: "Wezareta Karên Navxweyî û ya Parastinê, şaxên me yên ewlehiyê yên fermandariya Haşdî Şabî (Civakên Gel) û mûhaberatê her tim bi me re di nav têkiliyê de ne. Ji me re gotin ku di vê mijarê de xwe gihandine delîlên ewil. Di rojên pêş me de dibe ku em xwe bigihijînin xebatkarên û cihê ku lê tên girtin.
Cemal destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di hevdîtina ku bi Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Faruk Kaymakci re kir de cîdiyet û biqerariya hikûmeta Iraqê û hêzên wê yên ewlehiyê parve kir û wiha pê de çû: "Wisa xuya dike ku hin kes dixwazin zirarê bidin têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de hene."