Fatih Gazioğlu
20 Tebax 2019•Rojanekirin: 20 Tebax 2019
Dema binçavkirina Almazbek Atambayevê Serokomarê Qirxizistanê yê berê ji hêla Mehkemeya Navçeya Pervomayê heta 26ê cotmehê hat dirêjkirin.
Sergey Slesarevê Parêzerê Atambayev daxuyanî da rojanamevanan û wiha got ku mehkemê dema binçavkirina muwekîlê wî heta 26ê cotmehê dirêj kir.
Parêzer Slesarev diyar kir ku ev biryar dijî qanûnê ye û ji bo ku biryar were betalkirin wê îtîraz bikin.
- Îdiaya ku "bêqanûnî dewlemend bûye"
Ji hêla din Serdozgeriya Qirxizistanê bi îdiaya ku Atambayev "ji rêyên bêqanûnî dewlemend bûye" lêpirsîneke din ya nû da destpêkirin.
Atambeyav ji ber Azîz Batukayevê serokê mafyayê yê ku di sala 2013an hatibû berdan ku berpirsiyariya wî heye jî tê sucdar kirin.
Almazbek Atambayevê Serokomarê Qirxizistanê yê berê, 8 tebaxê li mala wî ya li gundê Koy-Taşa nêzî Bîşkekê ji hêla hêzên ewlehiyê va hatibû binçavkirin.
Atambeyav di dema binçavkirinê da bi polêsan ra şer çûbû û gule berdabûn hêzên ewlehiyê.
Atambayev li welêt di navbeyna salên 2011 û 2017an de Serokomarî kiribû.