Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, der barê bûyerên li Misrê de axivî: "Li her derê dinyayê, li hemberî kîjan îqtidarê dibe bila bibe derbe tiştekî nebaş e. Derbe, her car gel, demokrasî û paşerojê ji xwe re dike hedef. Ez dixwazim ku her kes vê yekê bêtirs bibêje. Ez niha ji ber helwesta Rojava diheyirim. Wan hê jî ji bûyera Misrê re negotiye derbe. Lê di vê navberê de ez Yekîtiya Efrîkayê pîroz dikim. Yekîtiya Efrîka, endamiya Misrê da sekinandin. Divê helwest wisa be."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, wiha dewam kir: "Kanê Rojava dilxwazê demokrasiyê bû? Kanê Rojavayê têkoşîn dikir da ku demokrasî li welatan were sepandin? Îcar ev pîvana samîmiyetê ye û di vê ezmûne de jî Rojava dîsa bi ser neket. Derbeya demokratîk tuneye. Jiyan û mirin çi qasî dijberî hevdu bin, têgeha 'miriyê sax' çiqasî bêwate û berevajî be; gotinên wek 'derbeya demokratîk', 'derbeya baş' û 'derbeya erênî' jî ewqasî berevajî û bêwate ne."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, li ser derbeya Misrê xemgîniya xwe wiha anî ziman: "Hemû gelê Misrê ji bo me weke hev e. Em huzura Misrê bi qasî huzura xwe girîng dibînin. Me ji bo gelê Misrê pîştgirî da Şoreşa 25ê Çileyê Paşîn. Em tu carê naxwazin ku destketinên 25ê Çileyê Paşîn ji dest bikevin. Heke ev bibe, em dê bi vê yekê gelekî xemgîn bibin. Daxwaza me ew e ku li Misrê, şer û alozî çênebe." Serokwezîr Erdogan, bal kişand ser derbeyên li Tirkiyê û got heke em li derbeyan binêrin em ê bibînin ku derbe dibin sedema travmayên mezin.