İbrahim Atmaca
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
MOSKOVA
Dîroknas û nivîskar Prof. Dr. Îlber Ortayli diyar kir, di heyamên ku navbera welatan da krîz derdikevin dewletên bingehîn balyozên "temîrkar" tînin ser wezîfeyê û wiha dewam kir, "Dewletên ku di heyamên krîzê da rê û rêbazên kevnare dizanin, heke di navbera payebilindan da pevçûn hebe û pevçûna eskerî hebe, saziyên dîplomasiyê demildest dikevin dewrê û balyozekî temîrkar diguherînin."
Ortayli ji bo çalakiya bîranîna Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov ku par di êrîşeke biçek da hat kuştin, çû Moskovayê û li wê derê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Ortayli diyar kir, dema ku qala têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê dibin, di nav kesên sereke da Karlov tê bîra meriv û wiha dewam kir: "Sehaya esil a Karlov Kore bû. Lê ji ber kesayetiya wî, şandin Tirkiyeyê û heqeten jî herdu paytext jî sakin kirin. Wezîfeya xwe baş kir û Tirkan hemû jê hez dikir."
Ortayli destnîşan kir ku di heyamên ku di navbera welatan da krîz derdikevin da dewletên bingehîn balyozên "temîrkar" tînin ser wezîfeyê û wiha dewam kir, "Dema ku krîz dest pê dikin, dewlet ji bo ku kar xerab nebin balyozên xwebawer wezîfedar dikin û kesayetiya van balyozan girîng e. Ji wan ra balyozên temîrkar tê gotin. Pêşiyê balyoz wezîfeya xwe dike û paşê pêvajo dest pê dike."
Ortayli diyar kir ku Ûris ji mêj va dîplomatên baş in û wiha dewam kir: "Dewletên ku di heyamên krîzê da rê û rêbazên kevnare dizanin, heke di navbera payebilindan da pevçûn hebe û pevçûna eskerî hebe, saziyên dîplomasiyê demildest dikevin dewrê û balyozekî temîrkar diguherînin. Dema ku li Moskovayê Huseyîn Dîrîoz hebû, wê demê li ser navê Rûsyayê li Enqereyê jî Karlov hebû."