12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Waliyê berê yê Mûsilê Esil Nuceyfî îdia kir ku di bin bertekên tund ên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da ku li dijî hebûna leşkerên Tirkiyeyê yên li dorberê Mûsilê ne nîşan dide, hêzên milîsên şiî hene ku Îran piştgiriyê didê.
Nuceyfî li ofîsa xwe ya li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê geşedanên di navbera Enqere û Bexdayê xeberda.
Nuceyfî diyar kir ku guherandina leşkerên Tirkiyeyê yên li Mûsilê bêyî xebera Bexdayê çênebû û got ku Serokwezîrê Iraqê ev daxwaz kir û wiha dewam kir: "Sala par Serokwezîrê Iraqê Ebadî di serdana xwe ya li Tirkiyeyê da ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu daxwaz kir ku çekan bidin leşkerên Iraqê û pewerde bikin. Di wê heyamê da Ebadî ji Tirkiyeyê daxwaza vê kir. Li ser vê Tirkiyeyê ji Wezareta Parastinê ya Iraqê bi balafirên kargoyê çek û cebilxane şand."
- "Ebadî ji ber bandora milîsên şiî bertekên tund nîşanî Tirkiyeyê dide"
Nuceyfî li ser pirsa Ebadî piştî daxwaza alîkariyê ya ji Tirkiyeyê çima poşman bû û bertek nîşan da wiha got: "Ebadî ji ber bandora milîsên şiî yên ku Îran piştgiriyê dide, bertekên tund nîşanî Tirkiyeyê da. Ferq kirin ku li bakurê Iraqê hêzên çekdar ên erebên sunî hene. Bi kurtasî naxwazin hêzêke ku wê dengeyên li Iraqê biguherîne derkeve û loma jî ketin nav hewldanê."
Nuceyfî diyar kir ku hêzên koalîsyona navneteweyî serdana kampên ku Tirkiye leşkerên dildar perwerde dike kirin û wiha got: "Tu dewletekê aciziya xwe ya ji bo vê negot. Her kes ji vê kêfxweş bû."
Nuceyfî destnîşan kir ku di têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê da digel artêşa Iraqê, Heşdî Şabî, pêşmergeyan sunî jî êdî hêzek in û wiha xeberda: "Li herêmên sunî ji bo têkbirina terorîstan êdî hêza me ya çekdar heye."
- "Di bin qeyrana di navbera Enqere û Bexdayê da Îran heye"
Nuceyfî diyar kir ku li Iraqê komên milîs ên şiî rasterast xebera Îranê dikin û wiha got: "Di bin qeyrana di navbera Enqere û Bexdayê da Îran heye. Îran bi rêya milîsên li Iraqê di mijara leşkerên Tirkiyeyê da serî danîne ser Ebadî."
- "Tirkiye dixwaze Iraq bi hêz be û Mûsil ji ji terorîstan were paqijkirin"
Nuceyfî diyar kir îdiayên ku Tirkiye lawazbûna Iraqê ji bo berjewendiyên xwe diemilîne ne rast in û wiha got: "Ez bawer nakim Tirkiye wiha bifikire. Berevajiyê vê dixwaze Iraq bihêz bibe û DAEŞ û PKKya ku ji bo herêmê talûke ne ji herêmê bên derxistin."