İbrahim Atmaca
05 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2020
Ji sivîlên ku ji bombebarandina rejima Beşşar Esed û piştgirên wê revîn yek jê Mihemmed Hesen Nejjar e. Nejjar got, "Mala me her tiştê me bû, lê êdî tuneye. Em qehr û perîşan in. Em ji kêfa xwe nerevîn, ji êrîşan ango ji mirinê revîn."
Li Sûriyeyê ji ber êrîşên ku rejima Beşşar Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî ên Îran piştgiriyê dide wan, birin ser niştewarên Îdlibê, ji milyonekî zêdetir sivîlan koç kir û bê mal man.
Kesên ku ji êrîşan revîn, hê koç dikin û tên herêmên nêzî xeta sînorê Tirkiyeyê.
Sivîlên ku gihîştin xeta sînor, li kampa penaberan a wê derê cih nabînin û vê gavê navendên xayîkirinê yên berwext jî tije bûne.
Zivistan li herêmê pir dijwar e û ji bo ku binesaziya konbajaran tuneye, piştî baranê kon di nav avê da dimînin. Kesên ku naçar in jî li benda alîkariyê ne.
Ji gundê Babîleya ku dikeve başûrê Îdlibê Mihemed Hesen Nejjar diyar kir, piştî ku rejimê êrîşî gundê wan kir, wan malên xwe terikand û revîn nêzî sînorê Tirkiyeyê.
Nejjar wiha axivî: "Artêşa rejimê ji nişka va avêt ser me. Wê demê balafirên şer û firokeyan bombeyên warîlê avêtin. Mala me jiyana me bû. Mala me her tiştê me bû, lê êdî tuneye. Em qehr û perîşan in. Em ji kêfa xwe nerevîn, ji êrîşan ango ji mirinê revîn."

Nejjar diyar kir, ew bi saweke mezin ji gund revîn û wiha dewam kir: "Wexta em direvîn li pêşiya me du wesayîtek û traktorek teqandin. Kesên tê da hatin kuştin. Mûcîze bû ku em nemirin."
Nejjar destnîşan kir, ji ber ku di şilî û şopeyê da wan ji xwe ra cihek peyda nekir û ji ber ku eşyayên wan ên ku bi xwe raanîbûn di bin avê da man, rewşa wan pir xerab e û wiha dewam kir, "Zarok û neviyên min nexweş ketin, li nexweşxaneyê tedawî bûn. Eşyayên ku me bi xwe ra anî, me danî maleke bê banî, em li serşokê radizên. Jin û zarok ji bo mala ku lêxistin, pir giriyan."
- "Agir bi dilê min ket û min axa mala xwe maç kir û ez hatim"
Nejjar diyar kir, wexta ku ew ji Îdlibê revîn di rêda sawa mirinê ket ser wan.
Nejjar daxuyand, ji bo ku balafir wan nebînin, wan xwe di binê daran da veşart û wiha dewam kir:
"Wexta ku wan navber dida bombebarandinê, em cardin bi rê diketin. Me sarinc, cî û nivînên xwe, betanî û gelek tiştên xwe hiştin. Jinên me ber xwe diketin û ji tirsa digiriyan. Agir bi dilê min ket û min axa mala xwe maç kir û ez hatim.
Mala me jiyana mebû, lê qeyê em ê li wê derê bimana û bimirana? Mecbûr me hişt û em hatin. Gundê min û mala min ji bîra min naçin. Ew der welatê me ye. Welat xweş e. Wexta êrîşan zarok ditirsiyan û xwe davêtin hembêza me. Me ew aş dikirin. Heke min bikaribûya sêhr bikira min ê kesên ku destê wan ji mala wan bûne, vegeranda mala wan."
- Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û derdora wê wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê ya Îdlibê" îlan kiribû.
Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Sivîl ji cihên ku êrîş lê zêde ne koçî cihên aramtir, bi taybetî jî nêzî sînorê Tirkiyeyê dikin. Jimara kesên ku koçî van herêman kirin jî di nav 2019an da milyonek û 300 hezar sivîlan koç kir.