HEWLÊR
Fermandarê Pêşmergeyan ên li Herêma Şingala li ser Mûsilê Qasim Şeşo, der heqê teşebusên PKKyê yên wek li herêmê îlankirina şaredarî û avakirina kantonê de wiha got: "Di çadir û şikeftan de, qala kantonan nayê kirin. Yên ku vê dikin, dixwazin di nav birayan de şer çêbe û ew kes ji bo pêkanîna planên ne baş hewl didin. Em pir baş pê zanin ku li pişta wan yên ku vê yekê dikin, hin hêzên dereke hene."
Şeşo, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo pêşeroja Şingalê dê, gel biryarê bide. Şeşo got ku hêza fermî ya li Şingalê hêza pêşmergeyan e û ev hêz ji 20 hezar çekdaran pêk tê. Şeşo îdia kir ku heke welatên koalîsyonê piştgiriyê bidin, dikarin ku Şingalê di nav 48 saetan de xilas bikin.
Qasim Şeşo got ku heke kontrola herêma Şingalê bi tevahî bi dest bixin dê têkiliya DAEŞê ya di nav Şingal û Sûriyeyê de jî qut bibe. Qasim Şeşo destnîşan kir ku niha li Şingalê hêzên milisên şiî Heşdî Şabî (Komên Gel) tunene û got ku dê pêşmerge û êzdî herêma pîroz biparêzin.
DAEŞê herêma Şingala ku lê êzdî dijîn, di 3yê tebaxê de dagir kiribû. Bi hezaran êzdî ji ber êrîşên DAEŞê xwe sipartibûn Çiyayê Şingalê. Êzdî li vir hefteyekê bê nan û av asê mabûn. Piştre pêşmergeyan bi rêya korîdora ewlehiyê ew ji vir xilas kiribûn. Herwiha ji ber vê yekê di navbera pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de nîqaşa kî "êzdî xilas kirin" derketibû. Her wiha piştre YPGyê xwestibû ku herêmê wekî kanton îlan bike, ji ber vê mijarê nîqaş çêbûbûn û li ser vê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî bertek nîşan dabû. Niha li Şingalê him pêşmerge him jî hêzên YPGyê hene.