11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ÎDLIB
Doxtorên ku li Sûriyeyê sivîlên di êrîşa kîmyewî ya rejima Esed de birîndar bûbûn tedawî kirin, gotin ku di tedawîkirina sivîlan de ew bêçare mane û kêmasiyên wan ên tedawiyê çêbûne.
Rejima Esed hefta borî li Han Şeyhuna girêdayî Îdlîbê bi çekên kîmyewî va êrîşî sivilan kir û gelek kes mirin û birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên başûrê Îdlibê hatin tedawîkirin. Doxtor û xebatkarên tenduristiyê ji AAyê re behsa rewşa birîndaran û tedawîkirina wan kirin.
Doxtor Cemal Hîzbor got ku di nav şerê 6 salan de dema herî zehmet ji bo wî ew dem bûye ku wî sivîlên birîndar tedawî kiriye.
Hîzbor got ku birîndar gelek bûne lê hejmara doxtoran û melzemeyan hindik bûye û wiha axivî: "Hesteke pir biêş e. Li ber çavên min zarokek, jineke ducanî, kalek diricifîn, bizehmetî bêhna xwe distendin, ji devê wan kef derdiket. Trajediyek bû. Hinek diricifîn, hinek difetisîn. Qêrîn, feryad û fîgana malbatan û birîndaran bû. Rewş pir xirab bû."
Hîzbor anî ziman ku doxtor û xebatkarên tenduristiyê ji bo ku zêdetir kesan xilas bikin hewl dane û wiha dewam kir: "Dema ku nexweş tedawî dikirin xaza bijehr tesîr li ser xebatkaran û doxtoran jî çêbû. Ji bo ku li ser xwe ve werin me hewl da ku em wan jî tedawî bikin."
Hîzbor got, "Ez çiqasî biaxivim bêfeyde ye. Ji bo ku fehm bikin dibê şahidiya wan deman bikin. Li ser cesedê zarokên ku anîn ba me pîceme hebûn. Di xewê da miribûn. Merivan li ber wan dîmenen êş û jan dikişand."

Hîzbor got çaxa ku êrîşeke din jî bibe li navendên tenduristiyê gelek hewcedarî hene û wiha pê da çû: "Kincên parastinê, rûpêç, ji bo xebatkarên tenduristiyê lepikên ku xaz tênazên û derman lazim in. Lewra me dermanên berwext bikar anîn. Ya rastî dermanên li ba me jî têrê nekirin. Ji me ji der û dorê xwest."
- "Zarokê ku bi pîcemeyên xwe va li ber sekeratê bûn hatin"
Doxtor Ebdilmumîn Şardûbê ku li nexwexaneyeke li başûrê Îdlibê wezîfeyê dike jî got di gava ewil da meriv ku cureya xazê nizanibe zehf zor e û mijara sereke ya li pêşiya wan jî ev e.
Şardûb got, "Ji ber ku qasî têra xwe nivîn tunebûn nexweş li erdê radizan. Dermanên me yên wek 'Antropîn'ê yên ku di mijarên wiha da ji bo midaxeleyê tên bikaranîn tunebûn. Ya rastî me tupên oksîjenê jî doredor bi kar dianî."
Şardûb dewstnîşan kir ku kef bi devê nexweşan diket, zuriya çavên wan mezin dibû, çermê wan sor dibû, ditirtilîn û dibûn wek darekî, ji bo fehmkirina cureya xazê û parastina xwe dibê wezîfedarên tenduristiyê perwerdeyê bibînin.
Dr. Şardûb wiha got, "Gelek zor e ku zarokek di hembêza meriv da bimire. Gelek zarok bi pîjamayên xwe hatin cem me û nefesa xwe ya dawîn dan. Çi ji destê me hat, me kir lêbelê mûsîbet pir mezin bû."
- "Meriv dixwaze canê xwe bide û zarokan xilas bike, lêbelê ji destê meriv tiştekî wiha nayê"
Peywirdarê tenduristiyê Îsmaîl el-Mebrûk ku digel doktoran cara pêşiyê midaxaleyî nexweşan dike got, "Em bi saetan bênavber xebitîn. Li pêşiya ekîbeke piçûk a tenduristiyê qedera 100 kesî li erdê dirêjkirî bû."
Mebrûk bal kişand ku wekî peywirdarên tenduristiyê pêdiviya wan bi maske û cilûbergê zexm heye.