27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
ANKARA
Herekata Mertalê Feratê di di roja 157emîn da li bakurê Sûriyeyê didome. Di roja 157emîn a herekatê da 272 hedefên DEAŞa rêxistina terorê hatin bombardûmankirin û 22 terorîst hatin kuştin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin di serî da DEAŞ ji bo berterefkirina talûkeya rêxistinên terorê operasyona li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê da dest pê kir, dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Herekata Mertalê Feratê di roja 157emîn da li bakurê Sûriyeyê didome.
Hat diyarkirin di roja 157emîn a herekatê da 272 hedefên DEAŞa rêxistina terorê hatin bombardûmankirin û 22 terorîst hatin kuştin.
Di operasyona ku Fermandariya Hêzên Hewayê bire ser hedefên DEAŞê yên li herêmên El Bab û Bzagahê da 21 avahî, 2 baregeh û cebilxaneyek hatin îmhekirin.
Di herekatê da 22 endamên DEAŞê hatin berterefkirin, 4 wesayîtên bombebarkirî hatin îmhekirin û tîmên tesbît û îmhekirina bombeyan ên ku piştgiriyê didin mixalifan 73 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin îmhe kirin.
Ji destpêka herekatê vir da 3 hezar û 282 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin û 55 mayîn hatin berterefkirin.
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkan ji bo ku sivîlên li dorberê zirarê nebînin hesasiyetê nîşan didin û hemû tevdîr girtine.