İbrahim Atmaca
24 Îlon 2020•Rojanekirin: 24 Îlon 2020
Di lehiyên Sûdanê da jimara kesên ku mirin derket 124an.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, li welêt çend meh in barana gur dibare û lehî radibin. Di lehiyan da jimara kesên ku mirin derket 124an.
Ji ber lehiyan ji 100 hezarî zêdetir mal bi qismî an jî bi temamî xerab bûn û êdî nema tên xebitandin.
Konseya Parastin û Ewlehiyê ya Sûdanê ji ber felaketê di 5ê îlonê da seba 3 mehan rewşa acil îlan kiribû.