Abdullah Tel
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku di êrişên esmanî yên koalîsyona navneteweyî birin ser Reqaya li bakurê Sûriyeyê û di destê DEAŞa rêxistina terorî da ye 27 sivîl hatin kuştin.
Koma aktîvîst a bi navê "Reqa bi bêdengî tê qirkirin" li ser medyaya civakî daxuyanî weşand û ragihand ku koalîsyona navneteweyî ya bi pêşkêşiya Emrîkayê di nav 48 saetên dawîn da 133 êrişên esmanî birin ser herêma dagirkirî ya li navenda Reqayê ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku avahiyeke li Taxa Baxçeyê Spî wek hedef hat hilbijartin û 17 sivîlên di avahiyê da hatin kuştin.
Koma aktîvîst ragihand ku di dema êrişan da 10 kesên mensûbên malbata Şakranê jî can dan.