Hakan Çopur
08 Nîsan 2026•Rojanekirin: 08 Nîsan 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku bi Îranê ra bi şertê ku Tengava Hurmuzê bi tevahî jinûva were vekirin, agirbesteke ji bo du hefteyan qebûl kiriye.
Serokê Amerîkayê Trump di parvekirina li ser hesabê xwe yê Truth Socîalê, beriya dema ku dabû Îranê temam bibe, der barê danûstandinên bi navbeynkariya Pakistanê yên bi Îranê ra, daxuyaniyeke girîng da.
Trump diyar kir ku danûstandinên di navbera her du welatan da ku ji aliyê Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munir va hatine birêvebirin, encamên erênî bi dest xistine.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku wî pêşniyara Pakistanê qebûl kiriye ku tê da rawestandina êrîşên muhtemel yên îşev û vekirina Tengava Hurmuzê hebû û wiha got, "Ez qebûl dikim ku bombebaran û êrîşên li dijî Îranê ji bo du hefteyan rawestînim. Ev wê agirbesteke dualî be."