HALEP
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê, di operasyonên hêzên Esed ku ji hewa û bejayê kirin de li Helebê 24, li derûdorên paytext Şamê 14, li Derayê 9, li Hamayê 4, li Hûmûs, Deyrûz Zor û Lazkiyeyê 3 bi tevahî 60 kes mirin.
Di vê navberê de Komîteya Kordinasyonê ya Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) daxuyanî da û diyar kir ku balafirên artêşê bi bombeyên warîlê êrîşî Heleb û derdorê wî kirin. Di encama êrîşê de di gelek avahiyan de xisar pêk hat û gel reviya cihên ewle.
Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku herêmên Dûma, Dareya, Cobar û Mûleyha yên li ser paytext Şamê di bin êrîşên dijwar yên hêzên rêjimê de ne. Balafirên şer bomba dibarine ser Îdlib, Lazkiye û Derayê ku di kontrola muxalifan de ne.
Ji hêla din ve ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku di operasyonên hêzên rejimê de gelek kesên çekdar hatin kuştin û wesaîtên wan hatin berhewakirin.