Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
10 Hezîran 2021•Rojanekirin: 11 Hezîran 2021
Rejima Beşar Esed û komên terorîst ên di piştgiriya Îranê da êrîşî Îblîna gundê li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê kirin û di êrîşê da 6 sivîl hatin kuştin û 13 sivîl jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîlan a Sûriyeyê (Kumsipî) hatin sitandin, hêzên rejimê ji bejayê êrîşî Îblîna gundê li başûrê Îdlibê kirin.
Di êrîşê da yek ji wan jin 6 sivîl hatin kuştin.
Hat ragihandin ku 13 birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê û rewşa 3 birîndaran giran e.
Wekî mayîn teyareyên şer ên mala çavdêriyê ya mixalifan got ku yên Rûsyayê ne ber destê sibê ji hewayê êrîşî Mozara, Belyun, Fatîra û Keferawîda gundên li başûrê Îdlibê kirin.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Heleb), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytra) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.