Sevim Hatun
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
QUDS
Hat ragihandin dibe ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ji ber sûcê "ji bo weşanên nedijî wan bikin imtiyaz dane şirketên medyayê" ku di nav dosyeya bi jimara 4000î daye bo îfadedayinê bêvexwendin.
Li gor nûçeyên li ser çapemeniya Îsraîlê hatin belavkirin, dibe ku Serokwezîr Netenyahû ji ber sûcê "ji bo weşanên ne lidijî wan bikin imtiyaz dane şirketên medyayê" ku di nav dosyeya bi jimara 4000î daye îfade bide.
Di nûçeyan de hat diyarkirin ku di nav de şêwirmendê çapemeniyê yê berê yê Netanyahû, şexsekî nêzî serokwezîr û du xebatkarên şirketa medyayê ya Bezeqê jî der heqê çar kesan de qasî 5 rojan biryara binçavkirinê hat dayin.
Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku ji bo lêpirsînê weşan hatiye qedexekirin û rûniştina kesên ku hatine binçavkirin li pişt deriyên girtî hatiye kirin.