Elif Orhan
23 Adar 2016•Rojanekirin: 24 Adar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Digel hişyariya me ya ku ev kes şervanekî biyanî ye Belçîkayê nekariye têkiliya wê ya bi terorîzmê re tespît bike. Belçîkayiyan kesê navborî serbest berdane."
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Romanyayê Klaus Îohannîs re li Kulliyeya Serokomariyê civîna hevpar a çapemeniyê kir.
Serokomar Erdogan diyar kir ku heke siyaseta dinyayê bi îtifaqî ser terorê de biçe dê bikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û got ku "Ji ber wê divê dinya teror, terorîst û terorîzmê ji nû ve terîf bike."
Erdogan qala êrîşa terorê ya li Brukselê jî kir û wiha axivî: "Yek ji êrîşkarên li Brukselê ew kes e ku me berê niha di hezîrana 2015an de li Gazîentabê girt û ew dersînor kir. Me miameleya dersînorkirinê di 14ê temûza 2015an de bi notayê ragihandiye Balyozxaneya xwe ya Belçîkayê. Belçîkayiyan kesê navborî serbest berdane. Digel hişyariya me ya ku ev kes şervanekî biyanî ye Belçîkayê nekariye têkiliya wê ya bi terorîzmê re tespît bike.Heta vir Hollanda jî heye. Me li ser daxwaza wî ew îadeyê Hollandayê jî kiriye. Bi notayê ragihandine wir jî. Ez ji aliyê hesasiyeta welatê xwe ve jî vê bi taybetî dibêjim."
- "Hember bûyerên li Tirkiyeyê heman hesasiyet nehat nîşandan"
Hat bibîrxistin ku piştî êrîşa li Brukselê hin welatan alayên xwe anîn heta nîvê dîregê û ji Erdogan pirsîn ku li Tirkiyeyê di nav mehekî de du êrîş hatin kirin û gelo welatên dinyayê heman hesasiyet nîşan dan an na. Erdogan li ser vê diyar kir ku rayeya wê tune ku bibêje li hember van bûyeran 'vê welatî wiha kir', 'vê welatê çima wiha kir'.
Erdogan destnîşan kir lê heke dijî terorê helwesteke hevpar bê nîşandan dema ev welat be cuda welatê din ve cuda helwest neyê nîşandan û wiha axivî:
"Ev mijareke wisa ye ku hewcedarî bi lihevkirina navneteweyî heye. Ango prensîb heye. Di çalakiyên wiha yên ku di van 3 mehên dawîn de hatin serê Tirkiyeyê bi sedan kes ji me mirin. Ew kesên ku li cihên din dinyayê radikin piyan li hember bûyerên wiha yên li Tirkiyeyê vê hesasiyetê nîşan nedane. Heta heta der heqê van operasyonên ku niha tên kirin de hin kesên xwestin ku nesîhetên cuda li me bikin derketin. Gelo li welatên wiha yên ku lê teror hene mimkûn e ku operasyon neyên kirin? Li dinyayê hemû welêt operasyonên wiha dikin."
- Dosyeyên destlênedayînê
Erdogan der heqê fezlekeyên destlênedayînê yên li TBMMyê de got ku "Bi ya min daxuyaniya Serokwezîr a di vê mijarê de bi îsabet e. Ez hêvî dikim ku partiyên siyasî jî piştgirî bidin vê yekê û bi lez ji Parlementoyê derbas bibe."
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku şervanê terorîst ê biyanî yê ku Erdogan qala wî kir Îbrahîm El Bakraouiyê ku yek ji êrîşkarên êrîşên Brukselê ye.