Elif Orhan
19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
ANKARA
Operasyona berfireh a ku koalîsyona navneteweyî ya di bin serkêşiya DYAyê de, artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan ji bo ku Mûsila bajarê Iraqê ji destê DEAŞê rizgar bikin dan destpêkirin ket roja xwe ya sêyemîn. Çapemeniya navneteweyî jî bi wêne û dîmenên ku Anadolu Agency (AA) ji herêmê diweşîne operasyonê radigihîne.
AA ji kêliya ku operasyonê dest pê kir vir ve bi ekîbeke qerebalix ji hemû eniyan dîmen û wêneyan radigihîne û bi weşana zindî jî geşedanên li cihên pevçûnê yên ku lê operasyon berdewam dikin jî radigihîne qenalên TVyê yên ku aboneyên wê ne.
Wêneyên ku AA ji ajansên nûçeyê yên navneteweyî zûtir diweşîne di manşetên gelek rojnameyan de cî digirin û di malperan de jî gelek hatin bikaranîn.
Saziyên nûçeyan ên navdar ên dinyayê yên wekî TIME, CNN, Guardîan, MSN, Mîrror, The Wall Street Journal, Independent, The New Yorker, Huffîngton Post bi wêneyên AAyê operasyon ragihand xwendevanên xwe.