ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di TV Netê da beşdarî bernameya bi navê "Eynika Cêwî" bû û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Akdogan piştî êrîşa li Edliyeya Stenbolê der barê helwesta medyayê da wiha got: "Meseleya çapemeniyê çivîkeke dubask e. Baskek azadiya çapemeniyê ye, baskek jî exlaqê çapemeniyê ye. Heger baskek tunebe, çivîk nafire. Di vê mijarê da kêmasî hene. Ez vê wek bêberpirsiyariyê dibînim."
"Divê medya bi berpirsiyarî tevbigere"
Akdogan destnîşan kir ku di bûyerê da çawa dewlet qeyranê îdare dike, divê çapemenî jî di wê demê da bi berpirsiyarî tevbigere û wiha got: "Li Rojavayê, li Ewropayê jî wiha ye. Li Tirkiyeyê qenaetên wicdanî û exlaqî datînin dera hanê û bê berpirsiyar tevdigerin. Ev tiştekî ne baş e."
Akdogan diyar kir ku derdekî medyayê tuneye ku qeyranê îdare bike û got yên berpirsiyar vê ji xwe ra dikin derd.
"Em ê tawîzan bidin kê û çima bidin"
Akdogan li ser pirsa "Mixalafet dibêje di pêvajoya çareseriyê da tawîzan didin, bi ya we di pêvajoyê da tawîz hene?" destnîşan kir ku ev ne pêvajoya dan û sitandinê ye û wiha xeberda: "Em ê tawîzan bidin kê û çima bidin? Beredayî xeber didin. Nizanin ku di vê mijarê da çi dibêjin. Polîtîkayên wan tunene, helwesteke wan tuneye. Em bibêjin di warê meseleya kurdan da gavên girîng hatin avêtin, pêwîstî derketin, di warê destûra bingehîn û zagonan da verastkirinan hewce kir, wê çawa bên kirin? Bi veşartî dibe ku meriv verastkirinan bike? Wê were Meclisê, zagon derkeve, here ber destê komisyonan, wê her kes bibîne û medyayê jî biweşîne. Bi veşartî dibe? Ji ber vê heger gav hewce bikin bi rêya Meclisê tên avêtin. Wê haya her kesî jê hebe. Meclisê bibîne, civakê bibîne."