Hêzên koalîsyonê û DYAyê li navçeya Tel Abyada Reqayê ji hewayê kozikên DÎŞIyê bombe kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê ji çavkaniyen herêmî bi dest xist, hêzên koalîsyonê li Tel Abyadê êrîşê 3 kozikên DÎŞIyê kirin.
Hat ragihandin ku êrîş li ser rafîneriya neftê û li cihên ku baregehên DÎŞIyê hene hatin kirin. Piştî êrîşa hewayê agir û dûmana ku li dû bombeyan ma, ji navçeya Akçakaleyê ya sînorê Sûriyeyê hat dîtin.
Hin welatiyên ku dengê balafiran û teqînan bihîstin ji malên xwe derketin.