10 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
ANKARA
DYAyê û YEyê bi daxuyaniyên nivîskî êrîşa PKKya rêxistina terorê ya li Hekariyê bi tundî şermezar kirin.
Berdevkê Konseya Neteweyî yê Qesra Spî Ned Price, bi daxuyaniyeke nivîskî anî ziman ku rêveberiya DYAyê bi tundî êrîşa PKKê ya li Hekariyê şermezar dike û wiha pêda çû, "Piştgiriya me ji bo Tirkiyeya hevpeymana me ya NATOyê naguher e û wê berdewam be."
Price herwiha sersaxiyê xwe gihandin malbatên qurbaniyan û hêviya şîfaya bi lez ji birîndaran ra xwest.
- YE amadeye ku piştevaniya pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê bike
Berpirsa Bilind a Karû Barê Derva û Polîtikayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini jî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li Hekariyê şermezar kir û got, "Pêwîste ew şerê li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê dawî lê were û çek bên danîn. Pêdive li ser binemayên diyalogê pêvajoyek bê destpêkirin. YE amadeye ku di vî warî da, piştevaniya vê pêvajoyê bike. Ji xwe YE û Tirkiye li dijî hemî cûreyê terorê hevpeyman in."
Mogherini di dawiya daxuyaniya xwe da cih da sersaxiyan ji bo malbatên qurbaniyan û hêviya şîfayê ji birîndaran ra xwest.