HELEBÇE
Di 16ê Adara 1988an de rejima Beasê bombeyên kîmyewî li ser gelê Helebçeyê barand. Gelê Helebçeyê di salvegera 26emîn ya komkujiya Helebçeyê de xwe amade dikin ku şehidên xwe bi bîr bînin.
Şaredariya Helebçeyê di merasima ku dê roja yekşemê bê lidarxistin de bi firokeyan dê pelên gulan li ser bajarê Helepçeyê bibarîne. Beriya merasimê 4 firoke li asîmanên Helebçeyê firîna ceribandinê kirin.
- Peykerê ji bo bîranîna Helebçeyê amade ye
Li Muzeya Helebçeyê jî amadehî didomin. Li muzeyê xebatên restorasyonê tên kirin û peykerê ku ji bo 28 rojnamevanên ku şahidî li komkujiyê kirin hatiye amadekirin jî danîn bexçeyê muzeyê. Ramazan Toprak jî yek ji wan rojnamevanan e.
- Muzeya ku şahidî li komkujiyê dike
Muze şahidî li komkujiya ku tê de 5 hezar kes mirin û ji 7 hezar kes jî birîndar bûn dike. Muze bi peykerê ku bav û law hevdu himbêz kirine û bûye sembola komkujiya Helebçeyê dest pê dike. Qamyona ku di 16ê Adarê de malbatan xwe avêtinê û xwestin pê birevin jî li bexçeyê muzeyê tê nîşandan. Ji vê qamyonê tenê 3 kes sax xilas dibin. Yên dinê bi rê de jehrî dibin û dimirin.
- Kapê ku Eliyê Kîmyewî pê hat îdamkirin jî di muzeyê de tê nîşandan
Hin bombeyên ku di komkujiyê de hatine bikaranîn, wêneyên kesên ku ji komkujiyê direvin, nûçeyên rojnameyên wê demê jî di muzeyî de tên nîşandan. Belgeyên mirina Sedam Huseyîn û 2 kurên wî û kapê ku Eliyê Kîmyewî pê hat îdamkirin jî di muzeyê de tên nîşandan.
- Lîsteya miriyan
Di muzeyê de li ser blokên reş navên bi hezaran kesên ku hatine kuştin hatiye nivîsandin. Ji herî zêde ji heman malbatan kes mirine û ev jî balê dikşîne. Yên ku 26 salî mezintir in û komkujî tê bîra wan, dema li muzeyê digerin û giriyê xwe nagirin û digirîn.
Êrîşa kîmyewî bandorê li her kesî kiriye û malbateke ku jê kes şehid nebûbe tuneye. Midûrê Muzeya Helepçeyê Sarxel Xefûr Hamaxan jî yek ji mexdûrên komkujiyê ye. Hamaxan wê demê 9 salî ye û di êrîşê de bavê wî dimire. Hamaxan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji nişkê ve êrîş li gel hat kirin û wiha got: "Dema êrîşî gel kirin nizanibû çawa bikin. Çimkî der barê çekên kîmyewî de gel nehatibû hişyarkirin. Ji ber vê jî gelekî kes mirin. Em bi xêra diya min ji mirinê xilas bûn. Pîne şil dikir û davêt ser me. Dev û pozên me nixumand. Lê yên ku xwe di bodruman de veşartin xilas nebûn."
- Di rê de mirin
Hamaxan destnîşan kir ku piştî bi balafiran bombeyên kîmyewî bi ser Helebçeyê de barandin, gel ber bi sînorê Îranê ve reviyan û wiha axivî: "Taybetî jî zarok û jin ji êrîşê zirarên mezin dîtin. Bala xwe bidinê herî zêde jin û zarok mirin. Dema revê jî mirin û trajediyên mezin qewimîn. Yên ku jehrî bû, di rê de mirin."
Hamaxan diyar kir ku piştî ku ji Helebçeyê reviyan û xwe sipartin şikeftekê, balafirên artêşa Iraqê bombe li ser şikeftê barandin û bavê wî di vê êrîşê de mir û wiha peyivî: "Me bavê min li wir, li cihê ku bombe hat barandin de veşart."
Hamaxan di berdewamiyê de wiha got: "Êş û elemên mezin qewimîn, zimanê min nagere ku bêjim. Kesên ku di êrîşan de mirin di çalên ku ji ber bombeyan çêdibûn de dihatin veşartin. Çimkî dixwestin bi lez û bez miriyên xwe veşêrin û birevin. Wê demê Îranê deriyên xwe ji me re vekir û me xwe sipart Îranê. Di dema revê de malbatan hev winda kir û paşê ji hev haydar bûn. Piştî ku di navbera Iraq û Îranê de agirbest çêbû, em vegeriyan Helebçeyê. Helebçe kavil bûbû. Em li ser kevirên dibistanan ên ku hilweşiya rûdiniştin û me ders dixwend."
Hamaxan destnîşan kir ku divê ev bûyer wek "komkujî" were qebûlkirin, daxwaza gelê Helebçeyê ev e û divê hikûmeta Iraqê ji mexdûran lêborînê bixwaze.