ERBÎL
Komîteya Amadehiyê ya Konferansa Neteweyî ya Kurdan, li Erbîlê piştî civîna ku li Salona Konferansê ya Saad Ebdullah pêk hat, daxuyaniyek da û ragihand ku dîroka konferansê hat guhertin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev civîn ji bo xebatên teknîkî hatiye lidarxistin û konferans dê li Hewlêrlê di navbera 15-17ê îlonê bê lidarxistin.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku dê 600 delege û 300 çavdêr werin dawetkirin û konferans ji sedî 35 ji saziyên civakî yên sivîl, ji sedî 45 ji nûnerên partiyan û ji sedî 20 jî, ji cîwan û ji kesên ku têkiliya wan bi tu saziyan re tuneye dê pêk bê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di konferansê de rêjeya beşdarîya jînan jî dê ji sedî 40 be û ji welatên cuda cuda jî dê gelek kes werin dawetkirin.